Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê derket 754 hezar û 431ê

Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê derket 754 hezar û 431ê

Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 120 zêde bû û derket 754 hezar û 431ê.

Li gorî daneyên ku Zanîngeha John Hopkinsê, berhev kirin hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 21 hezar û 913 zêde bû û gihişt 46 milyon 488 hezar û 417an.

Li seranserê welêt hejmara mirinên ji ber vîrusê jî derket 754 hezar û 431 kesan.

California bi zêdetir ji 4 milyon û 959 hezar pêketî di rêza serî de ye. Bi dû wê de bi zêdetir 4 milyon 260 hezar pêketiyan Teksas û bi zêdetir ji 3 milyon û 701 hezar pêketiyan Florîda tê.

Di warê mirinên ji ber vîrusê de jî California bi nêzîka 72 hezar û 511 mirinan di rêza serî de ye. Vê hejmarê li Teksasê 71 hezar li Florîdayê jî 60 hezar derbas kiriye.

- Zêdetir ji sedî 80 a nifûsa kesên gihiştî, herî kêm yek doz aşî bûne

Li gorî daneyên Navenda Kontrol û Rêgirya Nexweşiyê (CDC) ku li Amerîkayê îstatîstîkên vaksînkirina dişopîne, zêdetir ji sedî 78 a nifûsa ji 12 salî û mezintir herî kêm yek doz, Herwiha nêzîka ji sedî 68,3 ya nifûsê jî 2 doz aşiya Kovîd-19ê li xwe dane.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE