Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê gihişt 138 hezar û 273yan

Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 476 zêde bû û gihişt 138 hezar û 273yan.

Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê gihişt 138 hezar û 273yan

Amerîkaya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, zêdebûna hejmara miriyan lê berdewam e.

Li gorî daneyên ku li ser malpera "Worldmeter"ê hatin parve kirin, li Amerîkayê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 64 hezar û 507 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin û hejmara pêketiyan gihişt 3 milyon û 480 hezar û 97an.

Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 476 zêde bû û gihişt 138 hezar û 273yan.

Bi dû Amerîkayê bi milyonek û 888 hezar û 889 pêketiyan Brezîlya, bi 911 hezar û 629 pêketiyan Hîndistan û bi 739 hezar û 947 pêketiyan Rûsya tê.

Tevî ku li New Yorkê hejmara pêketiyan kêm dibe dîsa jî eyaleta ku pêketî herî zêde lê ne ew e.

Li New Yorkê heta nuha 428 hezar 303 pêketî hatine tesbîtkirin û hejmara mirinan jî gihişt 32 hezar û 445an.

Bi dû New Yorkê de bi zêdetir ji 336 hezar pêketiyan California û bi zêdetir ji 282 hezar pêketiyan Florîda tê.

Li Amerîkayê heta nuha hejmara testan 43 milyon û 255 hezar û hejmara rehetbûyan jî milyonek û 550 hezar derbas kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE