Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê gihişt nêzîkî 75 hezaran

Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 483 zêde bû û gihişt 74 hezar û 817an.

Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê gihişt nêzîkî 75 hezaran

Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 483 zêde bû û gihişt 74 hezar û 817an.

Amerîkaya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, hejmara miriyan roj bi roj lê zêde dibe.

Li gorî daneyên ku li ser malpera "Worldmeter"ê hatin parve kirin, li wî welatî hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 24 hezar û 904 zêde bû û gihişt milyonek û 263 hezar û 705an, hejmara miriyan jî 2 hezar û 483 zêde bû û gihişt 74 hezar û 817ê.

Bi dû Amerîkayê bi 256 hezar û 855 pêketiyan Îspanya, bi 214 hezar û 457 pêktiyan Îtalya û bi 201 hezar û 101 pêketiyan Îngiltere tê.

Li Amerîkayê navenda şewbê New York e

Li Amerîkayê piraniya pêketiyên Kovîd-19ê û mirinên ji ber wê li New Yorkê hatin tomarkirin. Li New Yorkê 133 hezar û bi dû New Yorkê de bi 131 hezar û 705 pêketiyan New Jersey û bi 72 hezar û 25 pêketiyan Massachusetts tê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE