Li Amerîkayê hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 108an

Li 50 eyaletên seranserê welêt jî nexweşên ku vîrus kişiyaye wan hatin raporkirin û herwiha hejmara weqayan jî ji 6 hezar û 300î derbas bû

Li Amerîkayê hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 108an

Hat ragihandin ku li Amerîkayê weqayên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) derketin 6 hezar û 362yan, hejmara miriyan jî bû 108.

Li gorî amarên dawîn ên ku ji hêla Zanîngeha Johns Hopkins ku li welêt daneyên şewbê dişopîne hatin eşkerekirin, li Amerîkayê hejmara weqa û miriyan a ji ber Kovîd-19ê didome.

Li gorî rojanekirina şeva sêşemê, li seranserî Amerîkayê hejmara miriyên ji ber vîrusa koronayê di rojekê da 20 zêde bû û derket 108an û weqa jî derketin 6 hezar û 362yan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE