Li Amerîkayê hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 150an

Li Amerîkayê ji ber vîrusa koronayê ya nû hejmara miriyan gihîşt 150yî, hejmara kesên bi vê virûsê ketin jî bû 9 hezar û 345an.

Li Amerîkayê hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 150an

Li Amerîkayê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hejmara miriyan gihîşt 150yî, hejmara kesên bi vê virûsê ketin jî bû 9 hezar û 345an.

Li gor reqamên rojane ya Zanîngeha Johns Hopkinsê li welêt hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû nexweş dikevin û dimirin her ku diçe zêde dibe.

Li gor rojanekirina dawîn a şeva çarşemê li Amerîkayê hejmara miriyan gihîşt 150yî, hejmara nexweşan jî gihîşt 9 hezar û 345 kesî.

Şeva sêşemê di heman saetê da hejmara miriyan 108 bû, lê di nav 24 saetan da gihîşt 150yî. Dîsa hejmara kesên bi vê virûsê ketin jî 6 hezar û 300 bû, lê ew jî gihîşt dora 9 hezar û 300î ku ev jî nîşan dide nexweşî çiqasî zû belav dibe.

Ji 150 kesan jê 68 kes li Washîngtonê, 20 kes li New Yorkê û 16 kes jî li Kalîforniyayê mirin.

Ji roja duşemê pê va li giştiyê welêt kîtên ceribandinê yên ku nexweşiyê tespît dikin hatin belavkirin. Piştî belavkirinê û tespîtkirina nexweşan hejmar her ku çû zêde bû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE