Li Amerîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 100 hezarî derbas bû, hejmara miriyan jî derkete hezar û 536an.
Amerîka duh ji Çîn û Îtalyayê derbas bû û bû welatê herê zêde nexweş lê hene, îro jî hejmara waqeyan ji 100 hezarî derbas bû.
Li gor agahiyên li ser "Worldometer" a malpera ku daneyên li ser Kovîd-19ê kom dike, hejmara kesên li welêt bi vîrusê ketine duh 69 hezar û 197 bû îro 30 hezar û 840 zêde bû derkete 100 hezar û 37an, hejmara miriyan jî duh hezar û 46 kes bû îro 490 zêde bû û derkete hezar û 536an.
Li dinyayê di nav welatên vîrusa koronayê lê belav bûn da piştî Amerîkayê bi 86 hezar û 498 kesî va Îtalya di rêza duduyan da ye û bi 81 hezar û 340 kesî va Çîn di rêza sêyan da cî digre.AA