Li Amerîkayê hewadarên Trump barîkata polîsan derbas kirin û ketin avahiya Kongrêsê

Li Washingtona paytexta Amerîkayê, komeke xwepêşanderên hewadarên Donald Trump barîkata polîsan derbas kirin û ketin nava avahiya Kongrêsê.

Li Amerîkayê hewadarên Trump barîkata polîsan derbas kirin û ketin avahiya Kongrêsê

Li Washingtona paytexta Amerîkayê, komeke xwepêşanderên hewadarên Donald Trump barîkata polîsan derbas kirin û ketin nava avahiya Kongrêsê.

Li Washingtonê dema ku runiştina Kongrêsê ya ji bo fermînasîna hilbijartina 3yê mijdara 2020an ya ji bo serokatiya Amerîkayê berdewam e, hewadarên Trump li derveyê avahiya Kongrêsê xwepêşandanan li dardixin. 

Dîmenên xwepêşanderan ku barîkata polîsan derbas dikin û dikevin avahiya Kongrêsê û rûbirûyê xaza rondikrêja polîsan tên, li ser medyaya civakî belav bûn.

Hat ragihandin ku li Kongrêsa Amerîkayê di pevçûnê di navbera polîs û xwepêşanderan de gelek polîs birîndar bûn.

- Waliyê Pensilvanyayê Wolf bûyerên li Washingtonê weke "hewla derbeyê" bi nav kir

Waliyê Pensilvanyayê Tom Wolf bûyera li Washingtonê ku xwepêşander ketin nava avahiya Kongrêsê weke "hewla derbeyê" bi nav kir.

Walî Wolf derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da.

Wolf di daxuyaniya xwe de bangawazî li Komarxwazan kir ku şîdetê bisekinînin û wiha got, "Tiştên ku em îro dibînin ne demokrasî ye, hewla derbeyê ye. Amerîkayê hilbijartin kir û encam eşkere ye."

- Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg: "Dîmenên li Washîngtonê mirovan matmayî dihêlin"

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got, "Dîmenên li Washîngtonê mirovan mtamayî dihêlin. Pêdivê rêz li encamên hilbijartina demokratîk were girtin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE