Li Amerîkayê hilbijartin: Li Georgîayê deng dê dîsa bên jimartin

Di hilbijartina serokatiyê ya Amerîkayê da li eyaleta Georgîayê deng dê ji nû va bên jimartin

Li Amerîkayê hilbijartin: Li Georgîayê deng dê dîsa bên jimartin

 Li eyaleta Georgîayê ku ji bo hilbijartina serokatiyê ya Amerîkayê xwedî girîngiyeke krîtîk e û Joe Bîdenê Demokrat bi ferqeke biçûk li pêş ket deng dê ji nû va bên jimartin.

Bala Amerîkayê li ser hilbijartina serokatiyê ye ku encamên wê hê diyar nebûye û li eyaleta Georgîaya xwedî 16 delegeyên hilbijêr ên ku lê jimartina dengan neqediyaye dê deng ji nû va bên jimartin.

Sekreterê Eyaleta Georgîayê Brad Raffensperger eşkere kir ku kêmzêde 5 milyon deng hatin bikaranîn û ferqa dengên di navbera namzedan da gelekî kêm e û deng dê ji nû va bên jimartin.

Li eyaleta ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li pêş bû piştî ku ji sedî 98ê denga hat jimartin hilbijartin bi ferqeke biçûk guherîbû lehê Bîden.

Li eyaletên Pensîlvanya, Carolînaya Bakur, Georgîa, Arîzona, Nevada û Alaskayê encamên hilbijartinê hê diyar nebûye. Trump li Carolînaya Bakur û Alaskayê li pêş e, li Pensîlvanya, Georgia, Nevada û Arîzonayê Bîden nêztirê serkeftinê ye. 

Li gor encamên berwext ên li eyaletên ku l jimartina dengan temam bûye Alîkarê Serok ê berê namzedê Partiya Demokrat Joe bîden 253, namzedê Partiya Komarparêz Serok Donald Trump 214 delege derxistine.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE