Li Amerîkayê ji ber serma û seqemê 11 kes mirin

Li Amerîkayê ji ber serma û seqemê heta niha 11 kes mirin

Li Amerîkayê ji ber serma û seqemê 11 kes mirin

Li Amerîkayê ji ber serma û seqam ku ji hêla bakur û cemseran va tê heta niha 11 kes mirin. 

Li Amerîkayê 2 rojên dawî hewa pir sar e û li gor agahiyan piştî 25 salan cara ewil e hewayeke wiha sar li herêmê çêdibe. 

Li gelek eyaletên Amerîkayê hewa di bin sifirê da heta 40 pileyî daket.

Ji ber sermayê heta niha gelek meriv mirin.

Li gor nûçeyên çapemeniya Amerîkayê îro li herêma lowayê ji ber cemedê hin qeza çêbûn. Di qezayê da 3 kes mirin.

Li herêma lowa û Mînnesetoyê jî 2 kes ji ber sermayê mirin. Duh jî li hin eyaletên cuda 6 kes miribûn.

Li gor reqamên dawîn 11 kes mirin. AA

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE