Li Amerîkayê ji bo hilbijartina seroktiyê ya 3yê mijdarê ra 8 roj man, di anketên li welêt tên kirin da Jode Bîdenê Alîkarê Serok ê berê û namzedê seroktiyê yê Demokratan 7,9 puan li pêşiya Donald Trumpê Serokê halê hazirî û namzedê Komarparêzan xanê dike.
8 roj man ji hilbijartina seroktiyê ya Amerîkayê ra, li welêt hilbijêr hem bi rêya posteyê hem jî li navendên dengdayînê rayên xwe diavêjin.
Li gor daneyên "Real Clear Politics"a malpera analîzên siyasî berhev kirin, li gor gelek anketên li welêt hatin kirin Bîden 7,9 puan li pêşiya Trump xanê dike.
- Qedera hilbijartinê di destê "eyaletên hêlekan" da ye
Wekî mayîn qedera hilbijartinê ew ê bi destê eyaletên di nav Demokrat û Komarparêzan da her tim diguherin ên wekî "eyaletên hêlekan" (swîng state) tên binavkirin were eşkerekirin.
Li Florîdayê Bîden 1,5 puan li pêşiya Trump xanê dike, li Pensiylvaniayê jî Bîden bi 5,3 puanan li pêşiya reqîbê xwe ye.
Bîden li Michiganê 8,1, li Wisconsinê 5,4, li Carolinaya Bakur 1,2 û li Arizonayê jî 2,4 puan li pêşiyê xanê dike.
- Hetanî niha ji 60 milyonî zêdetir ray hatin avêtin
Wekî mayîn li gor "Projeya Hilbijartinên Amerîkayê" ya daneyên dengdayîna pêşwext berhev dike jî hetanî nika ji 60 milyon û 507 hezarî zêdetir kesî bi posteyê û li sandiqan dengê xwe da.
Hejmara kesên bi posteyê dengê xwe da ji 40 milyonî derbas bû, kêmzêde 20 milyon kesî jî li navendên hilbijartinê rayên xwe avêtin.
AA