Li Amerîkayê îlana "rewşa acîl a neteweyî"

Piştî ku Serok Trump li welêt rewşa acîl îlan kir kesên sereke yên Partiya Demokrat bertek nîşanî biryarê dan.

Li Amerîkayê îlana "rewşa acîl a neteweyî"

Serokê Amerîkayê Donald Trumo "bûyerên şîdetê" yên ku li başûrê welêt diqewimin hincet nîşan da û li welêt "rewşa acîl a neteweyî" îlan kir.

Serok Trump li Qesra Spî civîna çapemeniyê li dar xist û der barê mijarê de agahî dan û paşê danezana Serokatiyê ya ku li welêt rewşa acîl a neteweyî îlan dike îmze kir.

Trump di danezana îmze kir de got ku "Ez li gor rayeya ku destûra bingehîn a Amerîkayê da min ji ber acîliyeta li sînorên başûr rewşa acîl a neteweyî îlan dikim."

- Demokratan bertek nîşan da

Piştî ku Serok Trump li welêt rewşa acîl îlan kir kesên sereke yên Partiya Demokrat bertek nîşanî biryarê dan.

Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosî û Senatorê New Yorkê Chuck Schumer der barê mijarê de daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Serok bi awayekî dereqanûnî qeyranekî ku tune wekî heye nîşan dide û ev yek jî bi awayekî cidî îxlalkirina destûra me ya bingehîn e û welatê me bêewletir dike."

Trump daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya îro de gotibû ku "Gelekî hişbir dikeve welatê me, piraniya vê jî ji sînorên başûr tên. Ji ber vê me li sînorên başûr gelekî mirov girtin. Rewşa acîl a neteweyî ji ber gelek sedemên hêsantir berê niha çendî caran hat îlankirin. Tu kesî jî dengê xwe dernexist. Em qala dagirkeriya welêt dikin."

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 09:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE