Lijneya şêwrê ya ji zanyaran pêk tê a Daîreya Xurekê û Dermanan a Amerîkayê (FDA) aşiya Pfîzer-BîoNTechê ji bo zarokên 5-11 salî pêşniyaz kir.
Ji 18 endamên Komîteya Şêwra Amûrên Biyolojîk û Aşiyê ya FDAyê 17 kesan got ku ji bo zarokên dibistana seretayî kara aşiyê ji zirara aşiyê zêdetir e.
Di civînê da hat gotin ku saziyê ji bo zarokan aşiya mezinan ji 3 paran daxiste parekî.
Tê texmînkirin ku FDAyê di nav hefteyê da pêşniyaza komîteyê binirxîne û destûra bikaranîna acil bide aşiyê.
Pfîzer-BîoNTechê di 22yê cotmehê da diyar kiribû ku aşiya 2 doz were kirin di zarokên 5-11 salî da ji sefî 90 tesîrê dike û mihefeze dike.
AA