Li Amerîkayê mirinên ji ber Kovîd-19ê nêzî 87 hezarî bû

Amerîkaya ku li tevahiya dinyayê herî zêde di bin tesîra Kovîd-19ê da ye hê jî wekî welatê navenda şewbê ye û herî zêde mirov li wir mirin.

Li Amerîkayê mirinên ji ber Kovîd-19ê nêzî 87 hezarî bû

Li Amerîkayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 1702 zêde bû û derket 86 hezar û 970 kesî.

 Amerîkaya ku li tevahiya dinyayê herî zêde di bin tesîra Kovîd-19ê da ye hê jî wekî welatê navenda şewbê ye û herî zêde mirov li wir mirin.

Li gor malpera "Worldometer" a ku daneyên rojane yên der barê waqieyên nû yên li welat û herêmên lê Kovîd-19 tê dîtin berhev dike li Amerîkayê jimara kesên vîrus geriyayê di 24 saetên dawîn da 27 hezar û 598 zêde bû û derket 459 hezar û 684an.

Li welêt jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da mirin 1702 zêde bû û derket 86 hezar û 970 kesî.

Piştî Amerîkayê bi rêzê va bi 274 hezar û 367 waqieyan va Îspanya, 262 hezar û 843 waqieyan va Rûsya û bi 233 hezar û 151 waqieyan va Îngiltere tê.

- Navenda şewbê New York 

Ji aliyê din va li Amerîkayê herî zêde New York bin tesîra şewbê da ye. Li eyaletê heta niha 353 hezar û 96 waqie hene û 27 hezar û 426 kes mirin.

Li Amerîkayê heta niha jimara kesên ku testa Kovîd-19 hat kirin ji 10 milyon û 658 hezarî derbas bû û 318 hezar kes jî baş bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE