Li Amerîkayê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mixaze û kargehên demeke girtîbûn daxuyandin ewê destûra bê mehane bidin xebatkarên xwe.
Mixazeyên navdar ên wek Macy’s, Kohl’s û Gap Incyê daxuyandin ewê vê hefteyê êdî mehaneya xebatkarên xwe nedin.
Macy’sê daxuyand ji 18 Adarê vir va ji 600î zêdetir mixazeyên wan girtî ne, ji ber vê zirara wan çêbûye û ewê ji 125 hezar xebatkarên xwe jê gelekan ra destûra bêmehane bidin.
Şirketa Kohl's jî daxuyand ewê ji 120 hezar xebatkaran jê 85 hezaran ra destûra bê mehane bidin û ewê xebatên xwe kêm bikin.
Sandy Goldberga berdevka mixazeya kincan GAPê jî got ewê ji 129 hezar xebatkaran jê 80 hezaran ra destûra bê mehane bidin
Hat daxuyandin sîgorteya tenduristiyê ya van xebatkarên ku destûrê didin wan wê dewam bike.
Van şirketan demek beriya vê mixazeyên xwe heta şewba vîrusa koronayê ji holê rabe girtîbûn û gotibûn ewê heta du hefteyan mehaneyên xwebatkarên xwe bidin.
Ji ber şewbê li welêt gelek şirketên din jî dibe ku rojên li pêş me destûra bêmehane bidin xebatkarên xwe.AA