Li Amerîkayê qezaya balafirê

Li eyaleta Dakotaya Başûr ji 12 kesên di balafira ku ket xwarê da 9 jê mirin

Li Amerîkayê qezaya balafirê

Li eyaleta Dakotaya Başûr a Amerîkayê di qezaya balafireke piçûk da 2 jê zarok 9 kes mirin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Amerkayê, balafira ku ji balafirgeha bajarê Chamberlain a Dakotaya Başûr rabû, qasek şûnda ket xwarê.

Rayedaran destnîşan kir ku di balafira piçûk ku cureya wê Pilatus PC-12 ye û bi motorekê dişixule da 12 kes hebûn û di qezayê da jî 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar hatin xilaskirin. Herwiha hat diyarkirin ji kesên ku jiyana xwe ji dest dan, yek jê jî pîlot e.

Li ser sedema qezayê heta niha daxuyaniyeke fermî nehat belavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE