Li Amerîkayê Rapora Îslamofobiyê ya 2019an hat weşandin

Dîrektora Lêkolîna ISPUyê Dalîa Mogahedê: "Eger kesekî Amerîkayî naxwaze hişkbawer be û neyartiyê Îslamê bike, divê miheheq bi kesên misilman re hevaltiyê bike"

Li Amerîkayê Rapora Îslamofobiyê ya 2019an hat weşandin

Li Amerîkayê li gor rapora li ser Îslamofobiyê hat weşandin, li welêt neyartiya dijî misilmaniyê tê kirin sedema wê bawerî nîne û siyasî ye.

Enstîtiya Nêrîn û Polîtikayên Civakî (ISPU) ya ku navenda wê li Washîngton e bi sernavê "Anketa Misilmanên Amerîkayê 2019: Tedbîrên dijî Îslamofobiyê" raporek weşand.

Di raporê da hat gotin ku kesekî Amerîkayî eger misilmekî ji nêz va nas bike, der heqê misilmanan de bi nêrîneke pozîtîf difikire.

Li gor raporê Amerîkayiyên ku misilmane nas nakin, bi tenê sedî 21ê wan der heqê misilmanan de baş difikirin. Ev dane ji bo kesên ku misilmanekî nas dikin derdikeve sedî 47an. Welatiyê Amerîkayî eger hevalekê wan yê misilman hebe wê çaxê jî ev dane derdikeve sedî 57an.

Dîrektora Lêkolîna ISPUyê Dalîa Mogahedê got ku daneyên raporê baş xuya dikin û wiha axivî:

"Di lêkolînê da me dît ku baweriya însanan merivan nake îslamofobîk. Piranî îdeolojiyên polîtîk li ser nêrîna merivan tesîrê dikin. Ev tiştekî baş e. Ev jî tê vê meneyê ku em dikarin kesên dijî misilmanan û îslomofobîk biguherînin. Encam eşkere ye. Eger kesekî Amerîkayî naxwaze hişkbawer be û neyartiyê Îslamê bike, divê miheheq bi kesên misilman re hevaltiyê bike."

Dîroka nûkirinê: 03 Gulan 2019, 12:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE