Şirketa lêkolînê ya Pew Researchê ku navenda wê li Amerîkayê ye, li tevahiya welêt anket kir û ji sedî 60ê kesên ku beşdarî anketê bûn, dixwazin aşiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya wê were pesendkirin, bibin.
Pew Research di 20ê mijdarê da seba aşiya Kovîd-19ê bi 12 hezar û 648 kesan ra anket kir û encama anketê weşand.
Li gor encamê ji sedî 60 kesên ku beşdarî anketê bûn, gotin ku ew ê aşiya ku wê were pesendkirin, bikin.Ji sedî 21ê kesên ku beşdarî anketê bûn gotin "muhtemelen ez aşî nabim", ji sedî 18 kesan jî got, "ez ê teqez aşî nebim".
Digel vê ji sedî 65ê beşdarvanan got ku ew naxwazin bibin kesên ewil ên ku aşî bibin.
Şirketê di meha gulanê da jî anket kiribû û wê demê ji sedî 72 kesên ku beşdarî anketê bûbûn, gotibûn ku ew ê aşî bibin, di meha îlonê da ev rêje daketibû ji sedî 51ê.AA