Li Amerîkayê rêjeya kesên piştevaniya Bîden nakin zêde bû

Li Amerîkayê rêjeya kesên piştevaniya Bîden nakin zêde bû

Li Amerîkayê di "ankêtên piştevaniya gel" ku tên kirin da rêjeya kesên ragihandin ew piştgiriyê nadin Serok Joe Bîden bû ji sedî 56.

Li gor ankêta ku CNBCya saziya çapemeniyê ya Amerîkayê kir da rêjeya kesên piştevaniya Bîden nakin di meha rêbendanê da gihîşt asta rekorê.

Li gor ankêtê rêjeya kesên ji hewla serokatiya Bîden razî nînin ji sedî 56 e û di ankêta ku heman saziyê di meha nîsanê da kiribû ev rêje ji sedî 49 bû. Di ankêta meha îlonê hat kirin da jî rêjeya kesên ji hewla serokatiya Bîden razî nebûn jî ji sedî 54 bû.

- Bîden ji ber aborî û Kovîd-19ê serneketî tê hesibandin

Piraniya kesên beşdarî ankêtê dibin dibêjin ku Bîden di qada aborî û têkoşîna li hemberî şewba Kovîd-19ê da serneketî ye.

Ji beşdarvanan ji sedî 60î polîtîkayên Bîden ên di qada aboriyê da û ji sedî 55an jî yên Kovîd-19ê pesend nekirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE