Hat diyarkirin, li Amerîkayê di xebatên aşîkirinê yên ji bo belavnebûna cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hejmara Amerîkayiyên spî yên aşîkirî zehf ji ya Amerîkayiyên reşik û Latîn zêdetir e.
Di rapora ku bi xebata têlevîzyona Amerîkan CNNê derket holê da wiha hat gotin, "Rêjeya spiyên ku hildan çarçoveya aşiyê, li gorî reşik û Latînan du carî zêdetir e."
Di xebata ku 14 eyaletên Amerîkayê dihewîne da derket holê ku rêjeya spiyên aşîkirî di ser sedî 4an da ye, lê ya reşikan di sedî 1,9an da, ya Latînan jî di sedî 1,8an da maye.
Li gorî Navenda Kontrol û Rêlêgirtinê ya Nexweşiyê (CDC), rêjeya mirina ji ber Kovîd-19ê ya Amerîkayiyên reşik û Latîn ji ya spiyan 3 caran zêdetir e, rêjeya rakirina nexweşxaneyê jî 4 caran zêdetir e.
AA