Li gor nûçeyên çapemeniya Amerîkayê li herêma Harrîsê komeke muzîkê di otoparkekî da klîp dikişand, ji wesayîtekî gule ser wan da hat barandin.
Şerîfê Houstonê Ed Gonzalez ji çapemeniyê ra daxuyand dema ew gihîştin cihê bûyerê herî kêm 7 kes li erdê bûn û hemû jî birîndar bûn.
Gonzalez got 2 kes li cihê bûyerê mirin, 6 kesên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyê.
Şefê Polêsan a Herêma Harrîsê Captain J. Shannon jî got kesên di otoparkê da klîba stranê dikişandin ji hêla kesên nasnameya wan hê nediyar in va rastî êrîşê hatin.
AA