Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, li Milwaukeeya bajarê eyaleta Wisconsinê di êrîşa biçek da 5 kes mirin.
Trump li Qesra Spî li ser vîrusa koronayê ya nû civîna çapemeniyê li dar xist û li ser êrîşa biçek a ku li bajarê Milwaukeeyê hat kirin jî, sekinî.
Medyaya Amerîkayê diyar kir ku li gor tesbîtên ewil, êrîşkar jî tê da 7 kes hatin kuştin. Trump jî got ku di êrîşê da 5 kes mirine.
Trump wiha got: "Êrîşkarekî nemerd 5 kes kuştin. Serê malbat û eqrebayên wan sax be, ji birîndaran ra şifayê hêvî dikim."
Li gor nûçeyên medyaya Amerîkayê di êrîşa ku li bajarê Milwaukeeyê hat kirin da, tevî êrîşkar 7 kes hatin kuştin.
Li ser hesabê Twitterê yê Departmana Polêsên Milwaukeeyê hat gotin ku polês midaxeleyî "bûyereke krîtîk" kir û bira welatî ji wê herêmê dûr bisekinin.
Li ser sedema êrîşê û nasnameya êrîşkar hê tu daxuyanî nehatiye dayîn.
AA