Li Amerîkayê êrîşa biçek: 2 kuştî

Li eyaleta Kentuckyê êrîşkarê ku di hundirê marketekê da gule agir kir, gava ji marketê derket bi guleyan lê da du kes kuştin.

Li Amerîkayê êrîşa biçek: 2 kuştî

Li eyaleta Kentuckyê ya Amerîkayê di êrîşeke biçek da 2 kes hatin kuştin. 

Şefê Polêsên Jeffersontownê Sam Rogers di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li herêmê di hundirê marketekê da bûyereke êrîşa biçek qewimî. 

Rogers diyar kir, êrîşkar di hundirê marketê da ber bi kesekî gule agir kir û dû ra gava derket derva jî gule berda jineke ku derket pêşiya wî û herwiha li qada parqê jî gule berda mêrekî.

Rogers got ku mirovê di marketê da bêyî ku tiştek pê were, ji bûyerê xilas bû, lêbelê herduyên din hatin kuştin.

Rogers herwiha daxuyand ku êrîşkar hat binçavkirin û der heqê bûyerê da jî lêpirsîn hat vekirin.

Dîroka nûkirinê: 25 Cotmeh 2018, 10:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE