Li Amerîkayê êrîşa çekdarî birin ser sînagogekî

Hat ragihandin ku di êrîşa çekdarî ya ku li ser sînegogekî li Pîttsburgha bajarê eyaleta Pensilvanyayê hat kirin de 8 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn

Li Amerîkayê êrîşa çekdarî birin ser sînagogekî

Li bajarê Pîttsburgha eyaleta Pensilvanyaya Amerîkayê li sînegogekî êrîşa çekdarî hat kirin.

Di çapemeniya Amerîkayê de nûçeyên dibêjin ku di êrîşê de herî kêm 8 kes mirin, 6 kes jî birîndar bûn cî girtin.

Rayedaran dan zanîn ku êrîşkarê çekdar hat binçavkirin, di bûyerê de gule berî 3 polêsan hat dayîn lê hêj der barê kesên ku di êrîşê de mirin daxuyaniyeke fermî nedan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya ku biçe Indîanapolîsê li Baregeha Asîmanî ya Andrewsê daxuyanî da rojnamevanan û êrîş şermezar kir.

Trump got ku êrîş "hovane ye û mirov qehr dike" û bal kişand ser sûcê nefredê û got ku "Li welatê me çi diqewime?".

Trump diyar kir ku divê dawî li şîdetê bê û heke sînagog bihata parastin dê encam cuda bûya û pêşniyaz kir ku dêr û sînagog bên parastin

Trump qal kir ku divê hember sûcên bi vî awayî cezaya mirinê bê dayîn.

Di çapemeniya Amerîkayê de nûçeyên dibêjin ku êrîşka Robert Bowersê 46 salî ye û di dema êrîşê de wekî "Divê hemû cihû bimirin" qêriyaye.

Li aliyê din ve li sînagogên li New Yorkê hêzên ewlehiyê hatin bicîkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Cotmeh 2018, 16:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE