Li Amerîkayê êrîşkarê çekdar ê ku ket tesîsa hilberînê ya şirketekî 3 kes kuştin

Li Amerîkayê êrîşkarê çekdar ê ku ket tesîsa hilberînê ya şirketekî 3 kes kuştin

Li tesîseke hilberînê ya li Marylanda eyaleta Amerîkayê di êrîşa çekdarî da 3 kes hatin kuştin, êrîşkar bi birîndarî hat girtin. 

Di daxuyaniya nivîskî ya ji Ofîsa Şerîfê Navçeyê ya Washîngtonê da hat diyarkirin ku êrîşkarê ku li herêma smîthsburgê ket tesîsa hilberînê ya şirketa bi navê Columbia Machine, Inc.ê ji yekî zêdetir mirov kuştin. 

Paşê Walî Larry Hogan daxuyanî da û got ku di êrîşa navborî da 3 kes hatin kuştin. 

Li gor daxuyaniyê bersûcê tê texmînkirin ku êrîş kiriye bi birîndarî hat girtin û di operasyonê da polêsek birîndar bû. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE