Li herêma Cliffside Parkê Mizgefta Diyanetê û Komeleya Hêzên Çekdar ên Amerîkan ên Misliman (MALEA) bernemaya şîvê amade kirin, Clinton Calabreseyê Endamê Meclisa Eyaleta NJyê, Thomas Calabreseyê Şaredarê Cliffside Parkê, Andre Sayeghê Şaredarê Petersonê û gelek endamên ewlekariyê beşdarî bernameyê bûn. Sînan Dedelerê Ataşeyê Xizmetên Dînî yê New Yorkê û Ataşeyên Ewlekariyê yên Tirk jî di bernameyê da amade bûn.
Dedelerê Ataşeyê Xizmetên Dînî li vê derê axivî û got, "Meha remezanê nirxên me anî bîra me wekî xwendingehekê. Sifreya fitarê jî ji bo têkiliya çandê firsendan dide me. Ji ber ku li mizgeftê ji we ra malxweyîtiyê dikin em gelekî kêfxweş in."
Mohamed T. Hayrullahê Şaredarê Prospectê yê Misliman jî got, "Tirkiyeya deriyên xwe ji koçberên Sûriyeyî ra vekir di dilê min da ciyeke girîng digre."
Kamîl Warracîhê Serokê MALEAyê jî qalê kir li New Jerseyê her ku diçe hejmara polêsên Misliman zêde dibe û tevkariyeke mezin didin ewlekariya bajêr û piştî şîvê belgeya teqdîrê pêşniyazî polêsan kir.
Polêsê Misliman ê reşik azan da û mêvanan bi hev ra fitara xwe vekir.
AA