Li Amerîkayê sûcên nefretê ji sala 2008an vir va gihaşt asta herî bilind

Li Amerîkaya lêkolîna ku ji hêla FBIyê va hat kirin derxist holê ku rêjeya sûcên nefretê yên hatine kirin ji sala 2008an vir va gihaştiye asta herî bilind

Li Amerîkayê sûcên nefretê ji sala 2008an vir va gihaşt asta herî bilind

Li Amerîkaya lêkolîna hat kirin derxist holê ku rêjeya sûcên nefretê yên hatine kirin ji sala 2008an vir va gihaştiye asta herî bilind.

Di rapora ku ji hêla Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) va hat eşkerekirin da waqieyên ku hêzên ewlehiyê yên welêt belge kirin wek bingeh hat girtin. Li gor vê sûcên nefretê yên di sala 2019an da ahtin kirin derket 7 hezar û 314an. Lêkolînê derxist holê ku rêjeya sûcên nefretê yên ku hatin kirin piştî 2008an par derket asta herş bilind. Di sala 2008an da 7 hezar û 783 sûcên nefretê hatibûn kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku 2019an da 51 cinayetên ji ber nefretê hatine qeydkirin. Hat ragihandin ku di nav van qurbaniyan da 22 kesên ku di Walmarteke li El Pasoya bajarê Teksaxê di êrîşa ku Meksîkayê hedef hatin girtin hatin kuştin jî heye.

- Dijî reşikan êrîş kêm bûne lê dijî cihûyan êrîşkarî zêde bûye

Di rapora FBIyê da agahî hat dayîn ku di sala 2019an da 953 êrîşên ku cihû û saziyên cih»yan hedef digirin hatine raporkirin, di sûcên ji ber nefreta dînî da biqasî ji sedî 7 zêdebûn hatiye tespîtkirin.

Buroyê ragihand ku sala borî jimara sûcên ku dijî cihû û saziyên cihûyan hatin kirin 835 in.

Di heman raporê da hat eşkerekirin ku di sala 2018an da dijî Afroamerîkayiyan 1943 sûcên nefretê hayin kirin û ev reqam di 2019an da daket 1930yî.

Di rêjeya sûcên dijî welatiyên reşik hatin kirin kêm bûye lê êrîşên ku dijî civaka Latîn hatine kirin par ji 485an derket 527an. Sûcên dijî meyldariya cinsî hatin kirin jî di sala 2019an da hema hema di asta sala borî da ma.

FBIyê sûcên nefretê wekî "sûcên pêşdarazî yên ku dijî nijad, dîn, meyldariya cinsî yan jî kategoriyên din tê kirin" penase kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE