Li Amerîkayê şewitandina Mizgefta Diyanetê hat şermezarkirin

Li Navenda Diyanetê ya Amerîkayê çalakiyek hat lidarxistin û bi sedan kes beşdarî çalakiya şermezarkirinê bûn

Li Amerîkayê şewitandina Mizgefta Diyanetê hat şermezarkirin

Navenda Diyanetê ya Amerîkayê (DCA) şewitandina Mizgefta Diyanetê ya li New Havena Amerîkayê şermezar kir.

DCAya li eyaleta Marylandê ye ji ber şewitandina Mizgefta Diyanetê çalakiyek li dar xist.

Bi sedan kes beşdarî vê çalakiya şermezarkirinê bûn, şewitandina mizgeftê hat protestokirin, peyamên dijî Îslamofobiyê û dijminatiya biyaniyan hat dayîn.

Serokê DCAyê Fatîh Kanca, Nûnera Konseya Têkiliyên Amerîkan-Îslamê (CAIR) Zaînab Chaudry, Waîzê Amerîkî Şêx Yûsif Estes, nûnerên rêxistinên saziyên sivîl ên Amerîkî, nûnerên Xrîstyan û Cihûyan ên Amerîkî jî beşdarî çalakiyê bûn û axivîn. Hemûyan jî di axaftinên xwe da gotin şewitandina mizgeftê nayê qebûlkirin.

Mizgefta Diyanetê ya li New Havena Amerîkayê di 12ê Gulanê da hatibû şewitandin û zirareke mezin çêbûbû.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE