Li Amerîkayê testa antîjenê ya Kovîd-19ê ya di 15 deqîqeyan da encamê nîşan dide wê bê çêkirin

Li Amerîkayê testa antîjenê ya Kovîd-19ê ya di 15 deqîqeyan da encamê nîşan dide wê bê çêkirin

Li Amerîkayê şirketeke cîhazên tibê çêdike daxuyand ewê testa antîjenê ya di nav 15 deqîqeyan da encama vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) nîşan dide çêbike.

Şirketê daxuyand Îdareya Xurek û Derman ya Amerîkayê (FDA) ji bo vê testa antîjenê ya Kovîd-19ê destûr daye.

Hat gotin ev testa ku wek karteke krediyê biçûk e dikare bi hêsanî bê bikaranîn û di nav 15 deqîqeyan da jî dikare encamê nîşan bide.

Ji bo bihayê testê jî hat gotin ewê bi 5 dolaran bê firotan û ji meha cotmehê pê va ji van testan qasî 50 milyonî wê bên çêkirin.

Hat daxuyandin ji bo telefonan jî sepanek hatiye çêkirin, meriv wê bikaribin bi saya vê sepanê encamên testa xwe li ser telefona xwe bibînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE