Li Amerîkayê yê 27 milyon dolar tazmînatê bidin malbata George Floyd

Li Amerîkayê yê 27 milyon dolar tazmînatê bidin malbata George Floyd

Li Mînesotaya eyaleta Amerîkayê der heqê 4 polêsên di binçavkirinê da bûn sedema mirina George Floydê reşik da doz hat vekirin. Biryar hat dayîn ku 27 milyon dolar tazmînatê bidin malbata Floyd.

Meclisa Şaredariya Mînneapolîsê diyar kir ku biryara dibêje 27 milyon dolar tazmînatê bidin malbata Floydê di 25ê gulana 2020î da ji ber midaxeleya polêsan mir tesdîq kir.

Ben Crumpê parêzerê malbata Floyd ji bo biryarê wiha got: "Mirina George Floyd a bi milyonan kes bûn şahid wê daxwaza guherîn û edaletê derxist holê. Reqema ku teehud dikin reqema herî zêde ya hetanî îro ye ku beriya dadgehê li hev dikin."

Crump ji bo biryara tazmînatê got, "peyameke mezin e ku dibêje jiyana reşikan girîng e, dibê zilma polês li merivên neçermsipî dikin, were sekinandin."

Malbata Floyd diyar kir ku ji bo biryarê memnûn in, ew ê ji wî 27 milyon dolarî qasî 500 hezar dolarî ji bo herêma bûyer lê qewimî xerc bikin da ku bazirganiya wê pêş bikeve.

Meclisa Şaredariya Mînneapolîsê di îlona 2020î da navê kûçeya Floyd lê hatibû kuştin danîbû "Meydana George Floyd".

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE