Li Ankarayê operasyona dijî DEAŞê

Terorîstekî hat tesbîtkirin alîkariya êrîşên bibombe yên bi wesayîtan va tên kirin dike û li Iraqê herêmên pevçûn lê çêdibe maye, li Ankarayê bi operasyonê va hat girtin.

Li Ankarayê operasyona dijî DEAŞê

Terorîstekî hat tesbîtkirin alîkariya êrîşên bibombe yên bi wesayîtan va tên kirin dike û li Iraqê herêmên pevçûn lê çêdibe maye, li Ankarayê bi operasyonê va hat girtin.

Tîmên Midûriya Şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Dijî Terorê ya Ewlehiya Ankarayê agahî hildan ku endemekî DEAŞa rêxistina terorê yê ku navê wî yê kod "Îbrahîm" e hatiye Ankarayê.

Hat tesbîtkirin ku vî terorîstî alîkariya êrîşên bibombe yên bi wesayîtan va tên kirin dike û li Iraqê herêmên pevçûn lê çêdibe maye û navê wî yê rastîn A.S.A.A . ye.

Li ser vê bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê ji bo terorîst bê girtin operasyon hat kirin û ew hat girtin.

Li mala A.S.A.A. telefoneke bêrîkê, 4 kartên SIMê, deftereke tê da agahiyên rêxistinî hene hat bidestxistin.

Di lêkolîna dîjîtal da hat tesbîtkirin ku A.S.A.A dema li herêmên pevçûn lê hene ye di destê wî da keleş guleyan dibarîne, gelek wêne û dîmenên wî yên bi vî rengî hene.

Piştî îfadeya wî ya ew hat girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE