Li Arizonayê şewata daristanê ji ber bayê xurt belav bû

Li Arizonaya eyaleta Amerîkayê şewata daristanê ji ber bayê xurt belav bû

Li Arizonayê şewata daristanê ji ber bayê xurt belav bû

Li Coconino Countya li ser Arizonaya eyaleta Amerîkayê duh di daristanê da şewat derket, şewat ji ber bayê xurt belav bû.

Rayedarên Coconino Countyê daxuyandin şewat heta 30 mêtroyan bilind bû, 766 mal û 1000 heywan ji herêmê hatin texliyekirin.

Şewata ku duh sibê li ser qadeke 40 hektarî belav bû, ber bi êvarê gihîşt 23 kîlomêtro qereyan.

Berdevkê Daristana Neteweyî ya Coconinoyê Brady Smith daxuyand şewat ji navenda Flagstaffê ber bi bakurê rojhilatê, Abîdeya Neteweyî Sunset Crater Volcanoyê diçe.

Smîth got şewat ber bi herêmên nifûs lê zêde ye naçe ku ev jî tiştekî baş e.

Der barê birîndaran da hê agahî nayê zanîn.

Tîmên agirkujê texliyeyan didomînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE