Li Arjantînê ji bo ronîkirina mirina fitbolîstê efsane Diego Armando Maradona ku 25ê Mijdara 2020î mir xwepêşandan hat lidarxistin.
Li Tehtê Çik ê Obelisco yê li navenda paytext Buenos Airesê bi sedan kes bi îdiaya "Maradona hat kuştin" kom bûn.
Xwepêşandêran xwest ku mirina Maradona were ronîkirin û yên bûn sedema mirina wî jî bên cezakirin.
Kurê Maradona yê piçûk, Dieguito Fernando Maradona, keçên wî Dalma û Gianinna û her wiha jina wî ya berê Claudia Villafane jî beşdarî xwepêşandanê bûn.
Maradona 25ê Mijdarê li bajarê Tigre yê eyaleta Buenos Aires a Arjantînê miribû.
Di çarçoveya lêpirsîna ku piştî mirina wî hat destpêkirin da 7 kesên ku di navê da cerahê mêjî yê Maradona, Leopoldo Luque û pîskiyatrîsta wê Agustina Cosachovê jî hene bi wê yekê hatibûn tawanbarkirin ku bûn sedema mirina fitbolîstê efsane.
Lêpirsîna ku malbata Maradona jî wekî şahid tê guhdarkirin, didome.
AA