Li Albanyayê (Arnavutluk) bi lerza 6,4an erdhej çêbû û li gor agahiyên ewil kesek mir.
Li gor daxuyaniya Enstîtuya Hawirdor, Av, Vejen û Zanistên Erdnîgariyê ya Albanyayê navenda erdhejê 15 kîlomêtro dûrî bajarê Diraçê ye ku li rojavayê welêt dikeve û erdhej bi lerza 6,4an 38 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê kesek ji ber panîkê xwe ji avahiyê da avêtiye û miriye.
Li gor agahiyên Wezareta Tenduristiyê jî 150 kesên birîndar bûne li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Dîroka nûkirinê: 26 Mijdar 2019, 17:45