Li Astanayê cara 11emîn mijar wê Sûriye be

Civîna garantoran a ku mijara wê Sûriye ye piştî şeş mehan wê sibê li Astanaya paytextê Qazaxistanê çêbibe

Li Astanayê cara 11emîn mijar wê Sûriye be

Tirkiye, Rûsya û Îran wê şeş meh şûn da li Astanaya paytextê Qazaxistanê bicivin û wê li ser agirbesta li Îdlibê, komîteya makezagonê û berdana dîlan biaxivin.

Civîna 11emîn a garantorên Sûriyeyê sibê wê li Astanayê dest pê bike.

Wek berê sibê jî dîsa pisporên ji Tirkiye, Rûsya û Îranê wê di nav xwe da civînên teknîkî bikin.

Neteweyên Yekbûyî û Urdin jî wek çavdêr wê beşdarî civînê bibin.

Rejima Beşar Esed û muxalefeta eskerî wê bi garantoran ra cuda, bi heyetên çavdêr ra jî cuda hevdîtinê bikin.

Serokên Tirkiye, Rûsya û Îranê di 7ê Îlonê da li Tehranê hatibûn bal hev. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civînê da behsa agirbesta li Îdlibê kiribû û gotibû divê ev bê parastin.

Piştî vê di 17ê Îlonê da Erdogan û Putîn hatibûn bal hev û ji bo ku agirbest bê xurtkirin bi navê Mutabaqata Soçiyê danezanek îmze kiribûn. Li gor vê danezanê muxalifên eskerî çekên xwe yên giran ji herêma bêçek kişandibûn. Vekişîna komên radîkal hê temam nebûye, hêzên rejimê jî gelek caran agirbestê binpê dikin.

Projeya Astanayê ya ku di Çileya Paşîn a 2017an da hatibû destpêkirin sala xwe ya duyem tije dike.

Di civînê da wê behsa hevkariya du salan bê kirin û wê li ser agirbesta li Îdlibê, komîteya makezagonê û berdana dîlan bê axaftin.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Mijdar 2018, 10:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE