Li Awistralyayê lehî: 300 hezar dewar mirar bûn

Şaredarê Richmond John Wharton got, "Ev hejmar tenê ya herêmên vê derê ye. Li navçeyên din ên ku lehî gihîştiyê 7-8 milyon dewar hene, bê guman hejmara heywanên ku mirar bûne zêdetir e"

Li Awistralyayê lehî: 300 hezar dewar mirar bûn

Hefteya çûyî li Queenslanda eyaleta Awistralyayê, li bajarê Townsvilleyê û derdora wê lehî rabû û bi hezaran mal di bin avê da man û derket holê ku nêzî 300 hezar dewarmirar bûne.

Li gor nûçeya Sky Newsa Awistralyayê, hefteya çûyî li bajarê Townsvilleyê û derdora wê barana salekê di nav hefteyekê da barî û piştî ku lehî rabû û ava lehiyê mirçiqî, zirar û ziyan jî derket holê.

Hat daxuyandin ku di lehiyê da nêzî bihayê 300 milyon dolarî 300 hezar dewar mirar bûn.

Şaredarê Richmond John Wharton got, "Ev hejmar tenê ya herêmên vê derê ye. Li navçeyên din ên ku lehî gihîştiyê 7-8 milyon dewar hene, bê guman hejmara heywanên ku mirar bûne zêdetir e."

Ji bo ku zêdetir heywan mirar nebin bi firokeyê va alif û xwarina heywanan datînin eraziyên ku bûne herî.

Ji aliyekî din va ji eyaletên Gallera Başûr a Nû, Awistralyaya Başûr, Victoria û Herêma Bakur sewqkirina êm dewam dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE