Li Awistralyayê coşiya misilmanan ya "Festîvala Eydê"

Li Melbourneya Awistralyayê "Festîvala Eydê" ya ku 24 sal e misilman piştî eydên Ramazan û Qurbanê li dar dixin, bû cihê coşa ziyaretvanan.

Li Awistralyayê coşiya misilmanan ya "Festîvala Eydê"

Li Melbourneya Awistralyayê "Festîvala Eydê" ya ku 24 sal e misilman piştî eydên Ramazan û Qurbanê li dar dixin, bû cihê coşa ziyaretvanan.

Festîvala ku ji aliyê Teşkîlatên Dîdeya Neteweyî ya Civaka Îslamê (AIMGT) ve bûye kevneşopiyek, li semta Dallasê dest pê kir.

Çalakiya ya ku misilman bi mebesta kêfxweşiya eydê û vejandina çand û kevneşopiyên xwe li dar dixin û helqeya wê ya pêşî sala 1994an hatibû kirin, îsal jî eleqeyeke mezin dît.

Di yekemîn roja festîvalê de bi hezaran kesî beşdarî tê de kir.

Beşdar li standên ku cilûberg û melzemeyên welatên curbicur lê dihatin pêşandan geriyan û firsenda tamandina xurekên Tirkî û yên herêmên Asyayê bidest xistin.

Kalar Abdullahî yê bi esil xelkê Cibûtiyê ku digel malbata xwe beşdarî festîvalê bû di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de kêfxweşiya xwe ji amadebûna li festîvalê anî ziman.

Festîvala ku dê nimayişa Mehterê û pêşbirkên tekvandoyê tê de bên pêşkêşkirin, dê sibe êvarê bi nimayişa fîşengên hewayî biqede.

 

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Tebax 2018, 12:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE