Li Azerbaycanê li tevahiya welêt ji bo endametiya meclisên bajar, bajarok û gundan hilbijartin tê kirin.
Di hilbijartinên herêmî ku ji ragihandina serxwebûnê vir va ev cara pêncemîn e tên lidarxistin da xelkê Azerbaycanê ji bo destnîşankirina endamên meclisan diçin ser sandoqan.
Di hilbijartinên ku dengdayînê bi dema herêmê di saet 08.00an da dest pê kir da 41 hezar û 462 namzed ji bo 15 hezar û 156 endametiyên meclisên hezar û 606 şaredariyan ketine milmilaneyê.
Di hilbijartinan da herwiha 4 milyon û 972 hezar dengdêr dê deng bidin û dengdayîn dê bi dema herêmê di saet 19.00an da bi dawî bibe.
Li gorî qanûnên Azerbaycanê, di hilbijartinên herêmî da pêşiyê endamên meclisan tên hilbijartin û dû ra endam di nava xwe da şaredar hildibijêrin.
AA