Li Azerbeycanê gel ji bo seferberiyê li ber Meclisa Neteweyî kom bû

Azerbeycaniyên ku êrîşên Ermenistanê protesto kirin, şeva xwe li ser piyan derbas kir

Li Azerbeycanê gel ji bo seferberiyê li ber Meclisa Neteweyî kom bû

Li Azerbeycanê gelê ku êrîşên artêşa Ermenistanê û dagirkirina Qerebaxa Çiyayî protesto kirin, şeva xwe li ber Meclisa Neteweyî bi daxwaza seferberiyê derbas kir.

Bi hezaran Azerbeycanî daketin ser kolanan û êrîşên ku Ermenî ji yekşemê vir va li dijî kozikên li ser sînor ên artêşa Azerbeycanê pêk tînin û her wiha ziyana canî ya ji ber van êrîşan, protesto kirin.

Azerbeycaniyên ku li Bakuyê û dewrûberê dijîn, ber êvarê di kolanên paytextê da kortek pêk anîn. Welatiyên alaya Azerbeycanê bilind kirin û durişma "Qerebax ya me ye dê ya me be" berz kirin, li ber Meclisa Neteweyî kom bûn. Bi hezaran kesî li vê derê durişm berz kirin ku seferberî were ragihandin.

Azerbeycaniyên ku durişmên "Şehîd namirin welat perçe nabe", "Serfermandar çek bide me" berz kirin, şeva xwe li ber Meclisê derbas kir.

Artêşa Ermenistanê 12ê tîrmehê li ser sînor li herêma Tovuzê bi topxaneyan êrîşî kozikên Azerbeycanê kiribû kiribû, artêşa Azerbeycanê jî bersiv dabû. Li ser vê yekê ji artêşa Ermenistanê kuştî çêbûbûn û artêş vekişiyabû.

Di pevçûnê da ji artêşa Azerbeycanê 4 esker şehîd bûbûn, 4 eskerî jî birîndar bûbûn.

Duh jî di pevçûnan da ji artêşa Azerbeycanê 7 esker şehîd bûbûn ku yek ji wan jî tumgeneral bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE