Li Azerbeycanê hilbijartina parlamentoyê ya pêşwext

Li gor encamên nefermî Partiya Azerbeycanê ya Nû ku îqtidar e, bû partiya yekemîn

Li Azerbeycanê hilbijartina parlamentoyê ya pêşwext

Li Azerbeycanê duh hilbijartina parlamentoyê hat kirin û li gor encamên nefermî Partiya Azerbeycanê ya Nû (YAP) bû yekemîn.

Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Azerbeycanê Mezahîr Penahov civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir, ji 125 herêmên hilbijartinê li 118an namzedên ku herî zêde rey hildan hatin kifşkirin, li 7 herêmên hilbijartinê jî hê nehatine eşkerekirin.

Li gor encamên nefermî yên ku Penahov eşkere kir, YAPa ku Serokomar Îlham Aliyev serokê wê ye, 65 parlamenter qezenc kirin.

Li gor encaman, 43 namzedên serbixwe bûn parlamenter, Partiya Vatandaş Hemreyliyî 3 parlamenter, Partiya Islahatên Demokratîk, Partiya Rizgariya Mezin, Partiya Eniya Gel a Azerbeycanê, Partiya Anavatanê, Partiya Wehdetê, Partiya Yekîtiya Welatiyan û Partiya Mearîfparêz a Demokratîk a Azerbeycanê her yekî parlamnenterek derxist.

Penahov diyar kir ku ji bo 7 herêmên hilbijartinê pir gilî û gazind hene, encamên van herêman wê piştî lêkolînan werin eşkerekirin.

Li welêt nêzî 5 milyon û 387 hezar hilbijêrên qeydkirî hene, rêjeya beşdariya hilbijartinê ji sedî 47,81 çêbû.

Ji bo kifşkirina endamên Meclisa Neteweyî li Azebeycanê cara 6emîn hilbijartin hat kirin û ji bo meclisa 125 kesane 299 jê jin, hezar û 314 kes ketibûn hilbijartinê.

Serokomar Îlham Aliyev di 5ê berfanbara 2019an da parlamento fesih kiribû û biryara hilbijartina pêşwext dabû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE