Li Azerbeycanê seferberiya qismî hat îlankirin

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev biryara seferberiya qismî ya ku li welêt bikeve rewacê mohr kir.

Li Azerbeycanê seferberiya qismî hat îlankirin

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev biryara seferberiya qismî ya ku li welêt bikeve rewacê mohr kir.

Li gor biryarê Xizmeta Dewletê ya Eskerî û Seferberiya Azerbeycanê ji bo welatiyên wezîfeya wan a eskerî heye hilde seferberiyê û kar û barên neqliyekirinê bike wê hinek tewdîran tê ke rewacê.

Alîyev hemû çareseriyên der barê mijarê da hewaleyî Lijneya Wezîran kir.

Duh danê sibehê li ser eniya Ermenistan-Azerbeycanê hêzên Ermenî êrîşî cih û warên sivîlan ên Azerbeycanê kiribûn û li ser vê jî şer û pevçûn dest pê kiribû.

Artêşa Azerbeycanê jî li hember tevgerê dest bi êrîşan kir û hinek cihên dagirkirî rizgar kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE