Li Azezê êrîşa terorê: 5 kuştî, 85 birîndar

Li Azezê êrîşa terorê: 5 kuştî, 85 birîndar

Li bakurê Sûriyeyê li navçeya Azezê ku di kontrola mixalifan da ye, bi wesayîta bombebarkirî êrîşa terorê hat kirin û di êrîşê da 5 sivîl hatin kuştin, 85 sivîl birîndar bûn.

Li Siccûya gundê Azezê wesayîta bombebarkirî hat teqandin.

Di êrîşa terorê da 5 sivîl hatin kuştin, 85 sivîl birîndar bûn.

Di teqînê da xesar gihîşt der û dorê, birîndar neqlî nexweşxaneyên Azez û Tirkiyeyê kirin.

Çavkaniyên ewlehiyê radigihînin, li herêmên ku ji terorê hatine safîkirin YPG/PKKya rêxistina terorê çalakiyên bibombe dike, lê ji ber ku zirar gihîştiye sivîlan rêxistin hilnade stûyê xwe.

Duh sibê jî li navenda navçeya Afrînê bombeya ku di wesayîta Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê da hatibû bicihkirin, teqiyabû û 13 kes birîndar bûbûn.

Li gor mitabaqata 22yê cotmeha 2019an a navbera Tirkiye û Rûsyayê divê terorîstên YPG/PKKyî ji navçeya Til Rifetê derketana, lê timî herêmên Bab, Azezê, Cerablûs û Afrînê dixin hedef û çalakiyên terorê dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE