Li navçeya Babê ya li bakurê Sûriyeyê motosîkleta bombebarkirî ku li bazara heywanan a navçeyê parqkirî bû, teqiya. Di encamê da 3 sivîl birîndar bûn.
Midûrê Parastina Sivîlan (Serspî) a Babê Usame Hacar di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Serê sibehê dora 09.00an li Qebasînê li bazara heywanan motosîklet teqiya û di encamê da 3 sivîl birîndar bûn. Xesar çêbû."
Hacar got ku birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hêzên ewlekariyê li ser wê yekê disekinin ku bombe bi destê YPG/PKKyê hatiye bicihkirin.
Baba navçeya Helebê û şêniyên dewrûberê di sibata 2017an da bi Operasyona Mertalê Feratê ji rêxistina terorê DEAŞê hatibû safîkirin. Lêbelê YPG/PKK dagiriya xwe ya li Minbica li rojavayê Babê û Til Rifeta li rojavayê wê, didomîne û car carî êrîşî navçeyê dike.
AA