Li Baba navçeya Heleba bajarê Sûriyeyê motosîkleteke bombebarkirî hat teqandin û 8 sivîl birîndar bûn.
Li taxeke qerebalix a li navenda Babê motosîkleteke bombebarkirî û parqkirî hat teqandin. Di teqînê da 8 sivîl birîndar bûn.
Yekeyên ewlehiyê yên Artêşa Azad li ser îhtimala ku YPG/PKKya rêxistina terorê êrîş kiriye, disekine.
Di 2yê adarê da YPG/PKKyê êrîşî kozikên li Ezazê yên mixalifan kiribû û 6 mensûbên Artêşa Azad hatibûn kuştin.
Di 21ê sibatê da jî ji Minbiça ku di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ye, êrîşa wesayîta bombebarkirî biribûn ser navçeya Cerablûsê ku li herêma Operasyona Mertalê Feratê ye, di vê êrîşê da jî 5 mensûbên Artêşa Azad hatibûn kuştin. Heman rojê di êrîşeke li Efrînê da zarokeke keç hatibû kuştin û 20 sivîl birîndar bûbûn.
Baba ku Artêşa Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyeyê bi Operasyona Mertalê Feratê va di sibata 2017an da ji terorê safî kiribû, di navbera Tel Rifat û Minbiça ku di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da cih digre.
AA