Hat dîtin ku xwepêşandêrên li Bağdatê ji Pireya Exrarê ya ku nêzê Meydana Tehrîrê ye û yek ji 5 pireyên herî çalak ên li ser guzergaha Herêma Kesk a paytextê ye vekişiyan. Xwepêşandêran herêma Hafiz el-Qadî û Kolana Reşît a nêzî pireyê jî vala kirin.
Li Kolana Reşît komeke xwepêşandêr beriya vekişînê bi hêzên ewlehiyê ra kolan û kûçeyên li herêmê paqij kirin.
Xwepêşandêran der barê sedema vekişîna xwe ya ji herêma ku ji 3 mehan zêdetir e lê ne da tu daxuyanî nedan.
Çavkaniyên ewlehiyê îdia kirin ku Pireya Exrarê ya ji dema ku xwepêşandanan dest pê kir vir va bi bariyerên beton hatibû girtin dê ji bo peya û trafîkê bê vekirin.
Xwepêşandêrên li Bağdatê digel Meydana Tehrîrê li ser pireya Cumhuriyet û Sînegê yên li ser guzergaha diçe Herêma Kesk hene.
Li Irakê xwepêşandanên dijî hikûmetê ji 1ê cotmehê vir va dewam dikin.
AA