Li bajarê Kerkûkê hemû kampên koçberên navxweyî hatin girtin

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, kampên li Kerkûkê yên bi navê Nezrawa 1, Nezrawa 2, Nezrawa 3, Nezrawa 4, Nezrawa 5, Nezrawa 6 û Yehyawayê ku koçberên navxweyî ji hezîrana 2014an a dîroka destpêka êrîşên DEAŞê vir va lê dimînin, hatin girtin.

Li bajarê Kerkûkê hemû kampên koçberên navxweyî hatin girtin

 Hat ragihandin, hemû kampên koçberên navxweyî ku ji ber êrîşên rêxistina terorê DEAŞê bi qasî 6,5 sal berê xwe spartin bajarê Kerkûkê hatin girtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Koç û Koçberiyê ya Kerûkê da hat diyarkirin ku 7 kampên koçberên navxweyî yên li rojhilatê başûrê Kerkûkê hatin girtin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, kampên li Kerkûkê yên bi navê Nezrawa 1, Nezrawa 2, Nezrawa 3, Nezrawa 4, Nezrawa 5, Nezrawa 6 û Yehyawayê ku koçberên navxweyî ji hezîrana 2014an a dîroka destpêka êrîşên DEAŞê vir va lê dimînin, hatin girtin.

   Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li 7 kampan bi qasî 6,5 salan bi tevahî 10 hezar koçberên navxweyî diman ku ev koçber vegeriyan herêmên rizgarkirî yên li bajarên Mûsil, Selahedîn û Diyaleyê.
   
   Di daxuyaniyê da her wisa hat balkişandin ku li bajarê Kerkûkê kampên koçberên navxweyî neman û hemû koçber vegeriyan malên xwe.

Piştî ku rêxistina terorê DEAŞê hezîrana 2014an ji sisêyan yekê xaka Iraqê dagir kir û şer û pevçûn derketin, zêdeyî 5 milyon Iraqî mal û halê xwe bi cih hiştin û koçî bajarên li bakur û başûrê welêt kirin.

Digel ku di berfanbara 2017an da hat ragihandin ku hemû bajar ji rêxistinê hatin rizgarkirin, lê hê jî bi sed hezaran Iraqiyên ku bûne koçberên navxweyî, ji ber jinûva avanebûna herêmên di şer da kavilbûyî, nikarin vegerên ser cih û warên xwe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE