Li bajarê Marîbê yê Yemenê di 4 rojan da zêdeyî 400î Hûsî hatin kuştin

Malîkî diyar kir, di êrîşên asîmanî da ji Hûsiyan zêdeyî 400î unsûrên terorîst hatin kuştin, 15 wesayîtên eskerî yên milîsan jî hatin xirabkirin.

Li bajarê Marîbê yê Yemenê di 4 rojan da zêdeyî 400î Hûsî hatin kuştin

Hêzên koalîsyona Ereban a bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand, di encama êrîşên asîmanî yên dijî bajarê Marîbê yê li navîna Yemenê da di 4 rojan da zêdeyî 400î milîsên çekdar ên Hûsî hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî SPAyê, Berdevkê Koalîsyonê Turkî el-Malîkî eşkere kir, di nava 96 saetan da ji bo parastina sivîlên li navçeya Abdiyayê ya bajarê Marîbê, wan 118 êrîşên asîmanî pêk anîn.

Malîkî diyar kir, di êrîşên asîmanî da ji Hûsiyan zêdeyî 400î unsûrên terorîst hatin kuştin, 15 wesayîtên eskerî yên milîsan jî hatin xirabkirin.

Berdevk Malîkî diyar kir, di encama operasyonên hêzên asîmanî yên koalîsyona Ereban da rê li Hûsiyan hat birîn ku têkevin navçeya Abdiyayê.

Hûsiyan hê li ser daxuyaniya navborî tu şîrove parve nekirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE