Li Iraqê li bajarê Necefa ku piraniya nufûsa wê şîî ne, di encama midaxeleya hêzên ewlekariyê de li xwepêşandanên ku li dijî hikûmetê tên lidarxistin de, 10 kesan canê xwe ji dest da û zêdetir ji 100 kesî birîndar bûn.
Hêzên ewlekariyê ji bo belavkirina xwepêşandêrên ku li Necefê nêzîkî kulliyeya ku gora lêvegerê şîî Muhemmed Baqir Hekîm tê de ye, xaza bîberê û mermiyên rasteqîne bikaranîn.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin sitendin, 10 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetir ji 100 kesî birîndar bûne.
Ji nexweşxaneyên Necefê ji bo bexşîna xwînê banga xwîndanê tên kirin.
Fermandariya Operasyonan a Necefê piştî wan pêşhatan ragihand ku qedexeya derketina derve ya ku duh hatibû îlankirin, hatiye dirêjkirin.AA