Li bajarokê Qebasînê fitara ji bo mexdûran

Sazî û weqfên Türkiyeyê di Remezanê de alîkariya kesên sêwî û mexdûr dikin.

Li bajarokê Qebasînê fitara ji bo mexdûran

Li bajarokê Qebasîna El Babê saziyeke xêran a Türkiyeyê ji bona sêwî û feqîrên herêmê xebatek kir. Di çarçoveya xebatê de ji bona sêwî û xwediyên wan sifra fitarê hat amadekirin. Bi sedan kesî bi hev re xwarina fitarê xwar.

Meha Remezanê meha xêr û bereketê ye.Saziyên Türkiyeyê bi taybetî di vê mehê de mexdûrên şer ên Sûriyê ji bîr nakin.

Saziyeke alîkariyê ya Türkiyeyê bi hevkariya komeleyeke herêmê li bajaroka Qebasîna El Babê ji sêwî û mexdûran re xwarina fitarê hazir kir.

Xwarin li Navenda Çand û Sêwiyan a Halime Anayê hat dayîn û nêzî hezar kes hatin fitarê.

Navenda Halime Anayê ev 4 roj in ku li pey hev ji bona feqîr û hewcedaran xwarinan çêdike û belav dike.

Endamên saziyên xêrê dibêjin ku ew ê heta dawiya Remezanê wisa bixebitin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE