Li bakurê Efxanistanê 4 navçeyên din jî ketin destê Talibanê

Li bakurê Efxanistanê 4 navçeyên din jî ketin destê Talibanê

 Li wilayetên Belh û Baglanê ku dikevin bakurê Efxanistanê 4 navçeyên din jî ketin destê Talibanê.

Sayed Ebdullah Mesrûrê Cîgirê Şêwra Bajarê Belhê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, milîtanan di heman demê da êrîşî navçeyên Dewlet Abad, Şolgere û Kîşîndehê yên Belhê kir.

Mesrûr daxuyand ku kontrola her sê navçeyên navborî ketin destê Taliban û hêzên ewlehiyê ji navçeyan vekişiyan.

Ji aliyê din va Fîrûzûddîn Aymakê Cîgirê Şêwra Bajarê Baglanê jî ragihand ku Cîlgeya navçeya Baglanê ket destê milîtanên Talibanê.

Di daxuyaniya ku ji Talibanê hat dayîn da jî hat gotin ku 4 navçe hatin bidestxistin.

Di daxuyaniyê da hat îdiakirin ku navçeyên Hanak û Faîzabadê yên wilayeta Cuzcanê jî "hatin bidestxistin".

Duh jî li wilayetên Belh û Samanganê 2 navçe ketibûn destê Talibanê.

Li welêt ji aliyekê va nediyariya pêvajoya aştiyê dewam dike, ji aliyê din va êrîş dewam dikin.

Di 2 mehên dawîn da li tevahiya welêt jimara navçeyên ku ketin destê Talibanê ji 30î derbas bû.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî, navendên bajaran ne tê da axa welêt ji sedî 50 û 70yî di destê Talibanê da ye.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên herêmî berhev kirin, Taliban li tevahiya welêt ji 407 navçeyan ji 100 zêdetir navçe navendên wan jî tê da bi dest xistine. Hin bajarokên van navçeyan di destê hêzên asayîşê yên Efxan da ne.

Navendên 34 wilayetan jî di destê hikûmetê da ne.

Li ser piraniya axa Efxanistanê di navbera hêzên ewlehiyê û Talibanê da têkoşîn dewam dike, ji 407 navçeyan bi qasî 250 navçeyan şer heye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE