"Li bakurê Etiyopyayê hejmara kesên hewcedarê alîkariyê derket 9,4 milyonî"

Neteweyên Yekbûyî: Li bakurê Etiyopyayê hejmara kesên hewcedarê alîkariyê derket 9,4 milyonî

"Li bakurê Etiyopyayê hejmara kesên hewcedarê alîkariyê derket 9,4 milyonî"

Bernameya Xureka Dinyê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) ragihand ku li Afar, Amhara û Tîgraya eyaletên Etiyopyayê yên şer û pevçûn lê dewam dikin hejmara kesên hewcedariya wan bi alîkariya xwarin û xurekan heye her diçe zêde dibe.

Hat gotin ku leza zêdebûna bi hewcedariyê herî zêde li Amharayê ye û ji sedî 80ê kesên hewcedarê alîkariyê ne li pişt xeta şer in.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li Etiyopyayê 9,4 milyon kes li benda alîkariyê ne

WFPê li herêmê heta niha ji bo 3,2 milyon kesî alîkarî da.

Hikûmeta Etiyopyayê ji ber serhildêrên Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê (TPLF) ku di 2yê Mijdarê da li başûrê welêt pêşva çûn û êrîşên xwe zêde kirin, rewşa deresayî îlan kiribû.

Artêşê li ser pêşveçûnê bi qasî 200 kîlometre dûrî bajêr ji hewa û bejayê va êrîşî serhêldiran kir. Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ehmed jî hemû rayeyên xwe dewrî alîkarê xwe kiribûn û ji bo bi TPLFê ra şer bike çûbû eniya şer.AANeteweyên Yekbûyî: Li bakurê Etiyopyayê hejmara kesên hewcedarê alîkariyê derket 9,4 milyonî

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE